File:Çerxa dillêdanê ku.png
Original file (813 × 615 pixels, file size: 239 KB, MIME type: image/png)
Captions
Summary[edit]
DescriptionÇerxa dillêdanê ku.png |
English: Cardiac cycle
Kurdî: Dilê mirov bi ahengî girj dibe û xav dibe. Dema girjbûnê, dil xwînê pompe dike, dema xavbûnê xwîn diherike çaviyên dil.
Çerxa dillêdanê bi girjbûna guhikan destpêdike û bi xavbûna zikokan bi dawî dibe, wekî çerxa dillêdanê (cardiac cycle) bi nav dibe. Çerxa dillêdanê de qonaxa girjbûnê wekî sîstol, qonaxa xavbûnê jî wekî dîastol tê binavkirin. Dîastola dilː Di destpêka çerxa dillêdanê de, guhik û zikokên dil sist e (xav e) ev rewş wekî dîastola dil bi nav dibe. Di vî qonaxê de xwîna kêmoksîjenî ji xwînhênera sereke ya jêrîn û ya jorîn ve diherike guhika rastê. Di heman qonqaxê de çar xwînhênerên pişikê, guhika çepê bi xwîna têroksîjenî tijî dike. Di qonaxa diastola dil de herdu derîçeyên dil yên navbera guhik û zikokan de vekirî ne, loma xwîna nav guhikan bi hesanî diherike nav zikokan û %70- 80 ê her zikokê bi xwînê tijî dibe. Di vî qonaxê de derîçeyên kewaneyî gîrtî ne, bi vî awayê rê li ber vegera xwîna hundirê xwînbera pişik û Aortê tê girtin. Sîstol û dîastola guhikanː Bi girjbûna(sîstol) guhikan, qabereya guhikan kêm dibe, pestoya xwîna nav guhikan bilind dibe. Ji ber pestoya xwînê, xwîn ji guhikan ber bi zikokan ve tê pompekirin. Di vî katê de derîçeya sêperrî û ya duperrî vekirî ne. Bi vî awayê zikok bi xwînê tijî dibin. Sîstola guhikan hetanê destpêka dîastola zikokan didome. Sîstola zikokanː Bi girjbûna masûlkeyên zikokan, pestoya xwîna nav zikokan bilind dibe, lê ev pestoya pêşîn ji bo vekirina derîçeyên kewaneyî yên pişik û aortê têr nake. Loma xwîn ji dil dernakeve. Gava pestoya xwîna zikokan ji pestoya xwîna guhikan bilintir dibe, xwîna zikokan ber bi guhikan ve diherike, lê derîçeyên sêperrî û duperrî tên girtin û rê li ber vegera xwînê digire. Her ku diçe pestoya xwîna nav zikokan zêde dibe. Dema hêza pestoya xwîna nav malikan, ji pestoya xwîna nav xwînbera pişikê û ya aortê zêdetir dibe, îcar derîçeyên kewaneyî vedibin. Xwîna nav zikokê rastê aresteya pişikan dibe. Xwîna nav zikokê çepê jî bi xwînbera sereke ve belavê laş dibe. Dîastola zikokanː Di destpêka qonaxa dîastola zikokan de her ku masûlkeyen zikokan xav dibe, pestoya xwîna nav zikokan de mayî, nizim dibe. Gava pestoya xwîna nav zikokan ji pestoya xwîna nav xwînbera pişikê û aortê nizimtir dibe, xwîn ji xwînberan ber bi dil diherike. Di heman demê de derîçeyên kewaneyî tên girtin û rê li ber vegera xwînê tên girtin. Her ku xavbûna masûlkeyên zikokan didome, pestoya xwîna nav zikokan hê pirtir kêm dibe û ji pestoya xwîna guhikan nizimtir dibe. Gava pestoya xwîna zikokan bi têra xwê daket, derîçeya sêperrî (trîkuspît) û ya duperrî(mîtral) ji ber pestoya guhikan ve dibin, xwîn ji guhikan diherike nav malikan. Bi vî awayê pestoya xwîna nav guhikan hê pirtir dadikeve. Ji xwînhêneran xwîn ber bi guhik û zikokên xavbûyî ve diherike. Di vî qonaxê de derîçeyên navbera guhik û zikokan de vekiri ne, derîçeyên kewaneyî girtî ne, guhik û zikok di qonaxa diastolê de ne. Bi vî awayê çerxek dillêdanê bi dawî dibe. |
Date | |
Source | https://openstax.org/details/books/biology |
Author | https://openstax.org. |
Permission (Reusing this file) |
Creative Commons Attribution 4.0 International License (CC BY 4.0) |
Licensing[edit]
- You are free:
- to share – to copy, distribute and transmit the work
- to remix – to adapt the work
- Under the following conditions:
- attribution – You must give appropriate credit, provide a link to the license, and indicate if changes were made. You may do so in any reasonable manner, but not in any way that suggests the licensor endorses you or your use.
File history
Click on a date/time to view the file as it appeared at that time.
Date/Time | Thumbnail | Dimensions | User | Comment | |
---|---|---|---|---|---|
current | 09:11, 21 July 2021 | 813 × 615 (239 KB) | Biyolojiyabikurdi (talk | contribs) | {{Information |Description= |Source= |Date= |Author= |Permission= |other_versions= }} | |
18:43, 4 May 2020 | 823 × 608 (242 KB) | Biyolojiyabikurdi (talk | contribs) | {{Information |description= |date= |source= |author= |permission= |other versions= }} | ||
06:32, 4 May 2020 | 823 × 608 (245 KB) | Biyolojiyabikurdi (talk | contribs) | {{Information |description= |date= |source= |author= |permission= |other versions= }} | ||
21:46, 3 May 2020 | 823 × 608 (244 KB) | Biyolojiyabikurdi (talk | contribs) | {{Information |description= |date= |source= |author= |permission= |other versions= }} | ||
08:57, 2 July 2018 | 820 × 610 (246 KB) | Biyolojiyabikurdi (talk | contribs) | {{Information |description ={{en|1=Cardiac cycle}} {{ku|1=Dilê mirov bi ahengî girj dibe û xav dibe. Dema girjbûnê, dil xwînê pompe dike, dema xavbûnê xwîn diherike çaviyên dil. Çerxa dillêdanê bi girjbûna guhikan destpêdike û bi xavbûna malikan bi dawî dibe, wekî çerxa dillêdanê (cardiac cycle) bi nav dibe. Çerxa dillêdanê de qonaxa girjbûnê wekî sîstol, qonaxa xavbûnê jî wekî dîastol tê binavkirin. Dîastola dilː Di destpêka çerxa dillêdanê de, guhik û malikên dil sist e (xav e) ev rewş... |
You cannot overwrite this file.
File usage on Commons
The following 2 pages use this file:
File usage on other wikis
The following other wikis use this file:
- Usage on ku.wikipedia.org